Dîroka hevdîtina Erdogan û Pûtîn eskere bû

31 August 2023 19:02 0 dîtin
Dîroka hevdîtina Erdogan û Pûtîn eskere bû

PeyamaKurd – Rayedarên hikûmeta Tirkiyê ragihand ku wê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 4ê Îlonê li hev bicivin.

Li gorî ajansa Reuters ku dispêre rayedarên Tirk, dê Erdogan û Pûtîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê 4ê Îlonê hevdîtinekê bikin.

Rayedarekî Tirk derbarê naveroka hevdîtinê de daye xuyakirin, dê Erdogan û Pûtîn li ser mijarên encamên şerê li Ukraynayê û vegera li Peymana Korîdora Dexlê gotûbêjê bikin.