Kremlînê hûrahiya hevdîtina Putin-Erdogan ragihand
PeyamaKurd – Şêwirmendê siyaseta derve yê Kremlînê Yuriy Uşakov, ragihand ku wê di zîrwa Rêxistina Hevkariyê ya Şanghay de, serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin hevdîtinekî bikin û wê di nav mijarên wan de aborî û gelek mijarên din hebin. Zîrwe di 15-16 ê êlûnê de ye, wê serokên dewletên Şanghayê tevlî civînê bibin û zîrwe dê li payîtexta Özebkistanê li Semerqendê çêbibe. Uşakov mijarê weha ragihand:
“Lîder, bi telefonan diyalogan bi hevre datînin. Di nav muzakereyan de hûbûbatên ku Tirkiyê tê de rola xwe dileyîze û gelek mijarên weka wê hene. Wê Erdoğan û Putin gelek mijaran îstîşare bikin. Beşa girîng ya zîrwa Semerqendê, weka dewama lihevkirina Soçiyê ya di 5 ê temmûzê de ye û wê li ser aboriyê be. Wê di navbera Putin û serokê Çînê Şi Cinping de hevdîtinekî bibe. Di mijara Ûkrayna de Çîn xwediyê mêzênekiye. Fêm dike bê sedemên mecbûrî ku Rûsya çima dest bi operasyonên Ûkraynayê kir, çine. Wê her dû lîder li ser baweriya hevkariya stratejîk raveyan bikin.”
Uşakov ji bo rojnamevanan behsa têkiliyên Rûsya û Hindistanê kir û weha got:
“Têkiliyên navbera Hindistan û Rûsyayê jî, zû pêş de diçin. Bazirganiya me li gor sala berê ya vê demê %120 zêdetir bûye.”
Serokê me Putin wê di çarçoveya zîrwê de bi serokên Hindistanê, Kirigizîstanê, Azerbeycan, Îran, Turkmenistan û Pakistanê re hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin