Peskov: “Dibe Erdogan di 5 an 6 ê adarê de bi Putin re hevdîtin bike”
PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihandin ku ew xebatê dikin da di 5 an 6 ê adarê de li Moskovayê, serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan û serokê Rûsyayê Putin hevdîtin bikin. Peskov bo Sputnikê weha ragihand:
“Niha, di çarçoveya axaftina her dû lîderan ya îro de, xebat têkirin ku di asta herî bilind de, di 5 an 6 ê adarê de an ku di hefteya pêşiya me de, hevdîtin çêbibe.”
Serokê daîra dayînûsitendinê ya serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun jî ragihand ku her dû lîder li ser di axaftina xwe ya îro de xwestine di demeka kurt de hevdîtina rû bi rû çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin