Erdogan: Dibe ku bi birêz Putin re em Esed vexwînin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku ger Serokê Rûsyayê Pûtîn serdana Tirkiyeyê bike, dibe ku ev yek bibe destepêka proseyeke nû û em Beşer Esed vexwînin.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, di vegera Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Welatên Şanghayê ya Kazakistanê de, di balafirê de ji rojnamevanan re axivî.
Erdogan li ser pirsa asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê got: “Me tim destê dostaniyê dirêjî cîrana xwe Sûriyeyê kiriye û em ê berdewam bin. Em dê hertim bi Sûriyeyeke dadmend, bi rûmet, giştgîr, aram û Sûriyeyeke wiha re bin ku di çarçoveya peymana civakî de hev hembêz dike û bihevre ye.”
Erdogan li ser egera hevdîtina bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed jî re wiha axivî: “Dibe ku bi birêz Putin re vexwendineke me ji bo Esed hebe. Eger birêz Putîn serdanekê ji bo Tirkiyeyê pêk bîne, dê ev yek bibe destpêka proseyeke nû. Qada Sûriyeyê bi dehan salên borî ji bo her kesî bi eşkere nîşan da ku divê mekanîzmaya çareseriyê bê avakirin. Jinûve rabûna ser piyan a Sûriyeya ku bînasaziya wê ji nav çûye û gelê wê belav bûye û bidawîbûna neramiyan karekî neçarî ye.”
Serokomarê Tirkiyê, YPG û PYD wek sedema ne aramîya li Sûriyê tawanbar kir û diyar, ji bo bayê aştiyê vegere Sûriyeyê dê xebatên wan berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin