Erdogan: “Hun sasin, li dijî birêz Putin neaxifin”
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi zindî tevlî bernameyên tv yên ATV - A Haber - A News - A Para Ortak bû û pirsên wan bersivand. Erdoğan li ser mijara Putin weha got:
“Li Pragê bi kî re biaxifî di eleyhiya Putin de diaxife. Ez dibêjim hun şaşiyê dikin. Di rêya hinek kesan de ji bo şandina dexlê pêşniyarê qebûl nake. Lê sax be, dema ez do lê geriyam û piştî siet 12.00an ‘koridora hûbûbatê‘ vekir.
Ez bi Putin û Zelenski re diaxifim. Bi agahiyên bidestdixim derfeta muzakereyan dibînin. Min heya niha gotinekî neyînî ji wan nebihîst. Ji me daxwaziyên wan çêbûn. Heya ji destê me tê, me bi erênî bersivand. Ew ti carê bi rikê xwe nêzî me nekirin. Dîplomasiya lîdertiyê girînge. Do ewilî bi Olaf Scholz re û paşî bi Putin re axifîm. Her dû axaftin hev temam kirin. Niha Scholz ne weka mehekî berê ye.
Sala pêşiya me an serê sala 2024an em ê santrala Akkuyuyê vekin. Ez bi Putin re li ser santrala Sinopê axifîm. 3 beşên din jî wê vebin. Lê em ê li Sinopê projeyekî bi 4 unîte vekin.”
Erdoğan li ser mijara navenda xazê jî axifî û got:
“Piştî axaftina bi Putin re, wezareta me xebatekî berfireh dike. Herî dawî ciyê ku baş xwuya dike Trakya ye. Dikarin xazê ji wê derê li Awrûpa belav bikin. Ev tesbîtên destpêkê ne. Ji zû de ye ji bo em bibin navend xebatê dikin. Herî dawiyê bi birêz Aliyev re jî axifîm. Em ê ji Azerbeycanê jî xazê bînin. Em ê depoyên xwe ava bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin