El Weten: Esed ne li dijî hevdîtina Erdogan e, pirsgirêk naveroka wê  ye!

21 July 2024 15:14 0 dîtin
El Weten: Esed ne li dijî hevdîtina Erdogan e, pirsgirêk naveroka wê  ye!

PeyamaKurd - Rojnameya El Weten a girêdayî hikumeta Şamê derbarê daxuyaniyên Beşar Esed ên li ser hevdîtina muhtemel a ligel Erdogan de, nûçeyek bi sernavê "Serok Esed: Em ne li dijî hevdîtinê ne, lê ya girîng ew e ku navarok û encamên hevdîtinê erênî bin û berjewendiyên Sûriye û Tirkiyeyê pêk bîne” belav kir.

El Weten di nûçeyê de bi bîr xist ku Beşar Esed di daxuyaniyên xwe yên dawî de careke din şertên xwe yên hevdîtina ligel Erdogan aniye ziman.

Hate gotin ku Esed di daxuyaniyên xwe de dibêje; "Eger hevdîtina bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re encamên erênî bi xwe re bîne û berjewendiyên welat pêk bîne, wê demê em ê pê re hevdîtinê bikin. Lê pirsgirêk di naveroka hevdîtinê de ye.”