Sûriye: Eger di hevdîtina bi Erdogan re vekisîna leskerên Tirkiyê bikeve rojevê wê Esed hevdîtin bike

15 July 2024 21:29 0 dîtin
Sûriye: Eger di hevdîtina bi Erdogan re vekisîna leskerên Tirkiyê bikeve rojevê wê Esed hevdîtin bike

PeyamaKurd – Serokê dewleta Sûriyê Beşe Esed li ser normalbûna têkiliyên bi Tirkiyê re, bersiva Ankara da û got, eger di hevdîtina bi Erdoğan re vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê bikeve rojevê, wê Beşer Esed bi Erdoğan re hevdîtin bike. Esed di civîna çapemeniyê de ji bo rojnamevanên Sûriyê weha got:

“Kes nafikire ku bi cîranên xwe re pirsgirêkan biafirîne lê ev nayê vateya ku divê em ê derên derveyê qaîdeyan. Weke çawa me her carê got, ji bo pêşdebirina têkiliyan em bi her awayî bi erênî lê dinêrin û ev gelek normale. Em, li gor qaîdeyên zelal dimeşin. Ev qaîdeyên behsa wan dikim hûqûqa navdewletî û desthilate. Ev zelale lê ew tiştên em bicîh tînin, ji bo encamên erênî bidin, rêbazekî wê heye.”