Sûriye: Sertê hevdîtina Esed û Erdogan vekisîna hêzên Tirk ji Sûriyê ye

22 May 2023 18:24 0 dîtin
Sûriye: Sertê hevdîtina Esed û Erdogan vekisîna hêzên Tirk ji Sûriyê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad, cara yekem got ku hikûmeta Şamê amade ye, biryara bi jimar 2254 a Neteweyên Yekbûyî (NY) bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê bicih bîne. Ji bo asayîbûna pêwendiyên ligel Tirkiyeyê jî Mîqdad destnîşan kir, şerê Esed ê hevdîtina ligel Erdogan vekişandina hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê ye.

Mîqdad di hevpeyvîna ligel ajansa Russia Today de gotiye, “Hikumeta me amade ye biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 2254an a li gorî berjewendiyên welatê wî ye, bicih bîne.”

Mîqdad herwiha diyar kiriye, hikumeta wî hewl dide çareyeke siyasî çêbe, teror û cezayên dewletên rojavayî bi dawî bibin û Şam amade ye piştgiriyê bide komîteya destûrê û piştî rewş aram bû jî ew amade ne bi hev re li ser vê yekê bixebitin.

Li ser hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê jî Mîqdad daye zanîn, şertê hevdîtina Beşar Esed bo Erdogan ew e ku Tirkiye hêzên xwe ji xaka Sûriyeyê derxe.