Wezîrên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê di demeke nêzîk de dicivin: 'Zemîna hevdîtina Erdogan û Esed tê amadekirin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya berdewama hevdîtinên asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê de, wê di navbera wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hevdîtinek bê kirin.
Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarekî pilebilind ê Tirkiyeyê, wê hevdîtina navbera wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê, beriya hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a 18ê Çileyê pêk were.
Herwiha hatiye diyarkirin ku hevdîtin dibe li Moskowê yan jî bajarekî din bê kirin ku wê di civîna tê çaverêkirin de, mijarên siyasî, penaberên li Tirkiyeyê û ewlehiyê bên gotûbêjkirin.
Li gorî nûçeyê, wê di hevdîtina wezîrên derve de, zemînek ji bo hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed jî were amadekirin.
Herî dawî 28ê Kanûna 2022yan wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê li Moskowê civiyabûn û piştî wê civînê jî li herêmên kontrola opozîsyonê li dijî normalbûna bi Esed re xwepêşandanên protestoyî hatibûn lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin