Ji Çavusoglu daxuyaniya civîna sêalî ya Tirkiye-Sûriye û Rûsyayê

12 January 2023 20:04 0 dîtin
Ji Çavusoglu daxuyaniya civîna sêalî ya Tirkiye-Sûriye û Rûsyayê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, derbarê dîroka civîna sêalî ya Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de ku ji bo asayîkirina pêwendiyên ligel Şamê ye, daxuyanî da.

Wezîrê Tirk di serdana xwe ya Afrîkayê de, li welatê Rûandayê bersiva pirsa civîna sêalî ya navbera wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê da û got, “Dibe destpêka meha Sibatê hevdîtinek bê kirin.”

Çavuşoglu herwiha da zanîn ku hîn dîroka hevdîtinê zelal nebûye.

Ajansa Reuterê bi zarê rayedarên Tirk ragihandibû ku tê çaverêkirin civîna duyem a sêalî di nav vê mehê de bê kirin.

Piştî 11 salan yekem civîna asta bilind a navbera Enqere û Şamê 28ê Kanûna 2022yan, li Moskowê bi beşdariya wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê hatibû encamdan.