Daxuyaniya Emîrê Qeterê li ser Civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Tirkiye-Qeterê
PeyamaKurd – Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî diyar kir ku 9emîn Civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Tirkiye-Qeterê ji bo nirxandina têkiliyên stratejîk ên di navbera herdu welatan û pêşxistina têkiliyên dualî yên bi şirîkatiyên zêdetir firsend e.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê 9emîn Civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Tirkiye-Qetarê ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin de daxuyanî da.
Emîrê Qeterê got: "Civîn derfetek e ji bo nirxandina asta têkiliyên me yên stratejîk û xurtkirina têkiliyên dualî bi şirîkatiyên dualî yên jêhatîtir ku dibe sedema zêdekirina yekbûna bazirganî û aborî ya di navbera welatan de û pêkanîna berjewendiyên me yên hevpar."
Erdogan û Temîm piştî hevdîtina yek bi yek li Koşka Lusail a Dohayê 9emîn Civîna Komîteya Bilind a Stratejîk a Tirkiye-Qeterê bi rê ve bir.
Bi amadebûna her du serokan, 12 peymanên hevkariyê di warên cuda de û Daxuyaniya Hevbeş a 9. Civîna Komîteya Bilind a Stratejîk hat îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin