Li ser cihê lidarxistina civîna Komîteya Destûra Sûriyê li hev nekirin

24 March 2024 16:01 0 dîtin
Li ser cihê lidarxistina civîna Komîteya Destûra Sûriyê li hev nekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen, pêşniyar kiriye li paytexta Kenya Naîrobiyê civînên 9emîn ên ’Komîteya Destûrî’ yên Sûriyê ku ev demek dirêj e nehatine kirin werin lidarxistin, lê Moskowê ev pêşniyar red kiriye.

Herwiha li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Moskow û hin dewletên Ereban li hev kiribûn ku civîn li Bexdayê werin lidarxistin, lê ev pêşniyar jî ji aliyê Washingtonê ve hatiye redkirin.

Pedersen jî bi vê mebestê serdana Şamê kiriye da ku wê razî bike ku civînên "Komîteya Destûrî" li Cenêvê werin lidarxistin lê Şam û Moskovê bi hinceta ne devereke bêalî ye qebûl nekirine civîn li Cenêvê werin lidarxistin.

Çavkaniyan herwiha ji medya erebî re daye xuyakirin, Pedersen di civînên xwe yên li Şamê pêşniyara ku civînên ’Komîteya Destûrî’ li Riyadê pêk werin jî kiriye û dibe ku ev pêşniyar were qebûlkirin.