Ji Stoltenberg daxuyaniya tarîxa civîna Tirkiye, Swêd û Fînlandê

24 February 2023 21:41 0 dîtin
Ji Stoltenberg daxuyaniya tarîxa civîna Tirkiye, Swêd û Fînlandê

PeyamKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku wan bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re li hev kiriye ku civîna bo endamtiya NATO ya Tirkiye, Swêd û Fînlandayê di nîvê meha Adarê de bê lidarxistin.

Jens Stoltenberg, îro 24ê Sibatê ligel Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, bi boneya Roja Serxwebûnê serdana Estonyayê kir.

Di civîna rojnamevanî ya ligel Serokwezîrê Estonya Kaja Kallas û Ursula van der Leyen de, Stoltenberg bal kişand ser derbasbûna salekê bi ser êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê û got ku yek ji geşedanên vê proseyê endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê ye.

Stoltenberg, da zanîn ku ji 30 welatên endam, 28ê wan protokolên endamtiya herdu welatan pejirandine û li ser helwesta Enqerê jî wiha axivî:

"Min hefteya borî bi Serokomar Erdogan re hevdîtineke baş pêk anî. Me di nîvê meha Adarê de, li ser civîna bi himayeya min a Fînlanda, Swêd û Tirkiyeyê ji bo bicihanîna rêkeftina meha Hezîranê li hev kir.”