Çavusoglu: Di civîna sêalî ya Moskowê de serê dijî YPGê hat gotûbêjkirin

03 January 2023 18:51 0 dîtin
Çavusoglu: Di civîna sêalî ya Moskowê de serê dijî YPGê hat gotûbêjkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu di vegera xwe ya ji merasîma destbikarbûna serokê Brezîlyayê de, li ser hevdîtinên asayîkirina pêwendiyan ên Tirkiye û Sûriyê daxuyanî dan.

Mevlut Çavuşoglu, derbarê civîna sêalî ya Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Sûriyê ya li Moskowê de got ku heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye û destnîşan kir: “YPG dijminê hevbeş ê Tirkiye û Sûriyê ye û di civîna Moskowê de hevkariya şerê li dijî YPGê hatiye gotûbêjkirin.”

Çavuşoglu herwiha got, “Amerîka di derheqê YPGê de ti pêşniyareke nû li me nekiriye û em pêwîst jî nabînin ku Amerîka pêşniyareke nû bike. Me di sala 2019an de li ser YPGê rêkeftinek bi Amerîka re kir û Amerîka bila pabendê wê rêkeftinê be bes e.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku ew dizanin Amerîka li dijî asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê ye, lê heta niha Amerîka pirsa nêzikbûna Tirkiye û Sûriyê ji wan nekiriye.

Çavuşogluyî ragihand, ew ê 17ê vê mehê biçe Amerîkayê û roja 18ê mehê bi Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re hevdîtinê bike.