Ji bo petrola Herêma Kurdistanê, civîna sêalî tê kirin

19 June 2023 16:30 0 dîtin
Ji bo petrola Herêma Kurdistanê, civîna sêalî tê kirin

PeyamaKurd- Ji ber ku rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê sê meh li pey xwe hiştin, Bexda, Hewlêr û Enqere, îro ji bo destpêkirina hinartina petrolê dicivin.

Li gorî agahiyên di derbarê civînê de hatin ragihandin, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê, rayedarên Şirketa SOMO ya Iraqî, Wezîrê Petrolê û Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê, ji bo gotûbêjkirina çareseriya rawestandina hatina petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ya ji bo Bendera Ceyhanê dicivin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Gaz û Petrolê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî ragihand ku civîna sê alî dê îro li Bexdayê were lidarxistin.

Dadgeha Hakem a Parîsê ku roja 25ê Adarê li ser giliya Iraqê gotûbêj kiribû, hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ji bo cîhanê ne yasayî dît û herikîna petrolê hatibû rawestandin. Ji bendera Ceyhanê rojane 400 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê û 75 hezar heta 85 hezar bermîl petrola Kerkûkê dihat hinardekirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Gaz û Petrolê ya Parlamentoya Iraqê Nehro Rewandizî ragihand ku sedema sereke ya rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ew e ku ji doza ku ji sala 2019an vir ve hinardeya neftê ya ji Bendera Ceyhanê neqanûnî ye hat vekirin, heta niha Tirkiyeyê tazmînata nêzîkî 2 milyar dolar nedaye.

Nehro Rewandizî destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze Iraq dev ji vê daxwazê ​​berde.