Çavusoglu: Hefteya bê li Moskowê civîna çaralî tê lidarxistin

08 March 2023 20:48 0 dîtin
Çavusoglu: Hefteya bê li Moskowê civîna çaralî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan îro 8ê Adarê li Enqereyê civiyan.

Mevlut Çavuşoglu, piştî hevdîtinê di civîna hevpar a çapemeniyê de ragihand: "Civîna wezîrên berevaniyê û serokên îstixbaratê yên Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê dema borî civîneke sêalî li dar xist. Piştre dema wezîrê karên derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullehyan serdana Tirkiyeyê kir, me bi Îranê re li hev kir ku Îran di çarçoveya danûstandinên Astanayê de beşdarî civînan bibe.”

Çavuşoglu got ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ti pirsgirêk tune ye ku Îran di çarçoveya Astanayê de Îran beşdarî civînên Sûriyeyê bibe, ji ber ku li gorî rave kiriye armanca wan yek e.

Çavuşoglu herwiha eşkere kir ku amadekariyên lidarxistina civîna çaralî ya wezîrên derve berdewam dikin û got: "Hefteya bê wê li Moskowê cîgirên wezîrên derve yên her çar dewletan bicivin.”