Ji Rûsya û Tirkiyê daxuyaniyên civîna çaralî ya Moskowê...

25 April 2023 18:49 0 dîtin
Ji Rûsya û Tirkiyê daxuyaniyên civîna çaralî ya Moskowê...

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê û Wezareta Berevaniya Rûsyayê derbarê civîna îro 25ê Nîsanê ya navbera Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyê ku di asta wezîrên berevaniyê de li Moskowê hat lidarxistin, daxuyanî dan.

Di civîna çaralî ya asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê de, Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hûlûsî Akar,  Serokê MÎTê Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsya Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniya Îranê Mohammad Reza Aştiyanî û Wezîrê Berevaniya Sûriyê Elî Mahmud Ebas tevî serokên îstixbaratên xwe beşdarî kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de hat gotin ku di hevdîtinê de; mijarên bihêzkirina rewşa ewlekariyê li Sûriyê, gavên bo normalkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê, têkoşîna dijî komên cudaxwaz û terorê û zêdekirina hewldanên bo vegerandina penaberên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku aliyên beşdarên civîn dupat kir ku ew rêzê li serwerî û yekparçebûna Sûriyê digirin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî derbarê civîna çaralî de ragihand ku ligel mijara vekişîna hêzên Tirkiyê ji Sûriyê, bicihanîna peymana otorêya M4 a Sûriyê ya derbarê Idlibê de hat gotûbêjkirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê herwiha daye xuyakirin ku danûstandin li ser asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê hatiye kirin û digel zêdekirina hewldanên vegerandina penaberan, parastina yekparçebûna xaka Sûriyê hate teyîtkirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku pêwîste hevdîtinên di vê formatê de ji bo zêdekirina îstiqrarê li Sûriyeyê berdewam bikin.