Sam: Mebesta civîna çaralî bidawîkirina hebûna hêzên Tirkiyê ye

02 April 2023 14:37 0 dîtin
Sam: Mebesta civîna çaralî bidawîkirina hebûna hêzên Tirkiyê ye

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eyman Sosan got, ew ê di civîna çaralî ya ku li Moskowê di navbera Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê de bê lidarxistin, daxwaza bidawîkirina hebûna artêşa Tirkiyê ya li ser axa Sûriyê bikin.

Şanda Sûrî ya bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Eyman Sosan ji Şamê ber bi Moskowê da ku beşdarî civîna çaralî ya cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Rûsya, Îran û Tirkiyê bibe.

Sosan ji rojnamevanan re da xuyakirin, şanda Sûrî wê roja 3yê Nîsanê bi aliyên Rûsî û Îranî re şêwirên dualî bike û roja din 4ê Nîsanê jî beşdarî civîna çaralî bibe.

Sosan got, wê şanda wan di civînê de daxwaza bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li axa Sûriyê bike. Herwiha wê teqeziyê li ser têkoşîna li dijî terorê û nedestewerdana di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de bike.

Civîna çaralî di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Enqerê de tê lidarxistin. Cara yekem dawiya sala 2022yan, wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê li Moskowê civiyabûn.