Daxuyaniya Amerîkayê li ser 'Civîna Çaralî' ya li Moskowê

27 April 2023 12:57 0 dîtin
Daxuyaniya Amerîkayê li ser 'Civîna Çaralî' ya li Moskowê

PeyamaKurd - Amerîkayê derbarê civîna do ya li Moskowa ya paytexta Rûsyayê bi beşdariya nûnerên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê pêk hat de daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniyê de hikûmeta Sûriyê armanc kir û got, "Amerîka têkiliyên bi rêjîma Esed re bêyî pêşketineke rasteqîn ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji aloziya bingehîn re asayî nake."

Herwiha hate destnîşankirin, haya Amerîkayê ji civîna çaralî ya li Rûsyayê heye û hat gotin, em bi hevalbend, hevkar û Neteweyên Yekbûyî re xebatên xwe yên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya mayînde ji aloziya Sûriyeyê re didomînin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, divê biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi temamî were cîbicîkirin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû, "Me ji hevkarên xwe yên herêmî yên di pêwendiya bi rêjîma Sûriyê re tekez kir ku divê gavên pêbawer ji bo baştirkirina rewşa mirovî û ewlekariya Sûriyê di rêza pêşîn û navenda her pêwendiyê de bin."