Ji Lavrov daxuyaniya civîna çaralî: Divê ti pêsmerc tune bin!

14 April 2023 20:09 0 dîtin
Ji Lavrov daxuyaniya civîna çaralî: Divê ti pêsmerc tune bin!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê civîna bê ya navbera Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê de daxuyanî da.

Lavrov li ser cih û tarîxa civîna wezîrên derve ya her çar welatan ku bi taybet li ser asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê ye, ragihand ku danûstandina ji bo lihevkirinê dewam dike.

Wezîrê Rûsî got ku ew niha hewl didin li ser parametreyên cih û tarîxa muzakereyê li hev bikin.

Herwiha Lavrov diyar kir ku divê ti pêşmercên hevdîtinê tune bin û pozîsyona wan jî diyar e.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha berpirsên hikûmeta Şamê dema serdana Moskowê ragihandibûn ku ji bo asayîbûna têkiliyên bi Enqereyê re û hevdîtinên asta bilin, mercê wan ê pêşîn vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji nav xaka Sûriyeyê ye.