Civîna çaralî ya wezîrên berevaniyê sibe li Moskowê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya proseya normalkirina pêwendiyên Enqere-Şamê de, wezîrên berevaniyê yên Tirkiye, Sûriye, Îran û Rûsyayê sibe 25ê Nîsanê li Moskowayê dicivin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku wê wezîrên berevaniyê yên Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiyê sibe bicivin û serokên saziyên îstixbarata her çar welatan jî beşdarî civînê dibin.
Hûlûsî Akar got ku ew piştî civîna sibe, li benda geşedanên erênî ne û diyar kir, armanca wan ew e ku bi diyalogê kêşeyên hilawistî çareser bikin û di zûtirîn demê de aştî û aramiyê li herêmê pêk bînin.
Civîna çaralî ya wezîrên derve piştî civîna 4ê Nîsanê ya cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Îranê ku li Moskowê hatibû lidarxistin pêk tê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin