Wezîrên Berevaniyê yên Rûsya û Koreya Bakur li ser hevkariya leskerî axivîn

29 November 2024 15:32 0 dîtin
Wezîrên Berevaniyê yên Rûsya û Koreya Bakur li ser hevkariya leskerî axivîn

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Andrey Belousov yê Koreya Bakur No Kwang Chol li ser hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de axivîn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Belousov di çarçoveya serdana xwe ya Pyongyanga paytexta Koreya Bakur de li gel Wezîrê Berevaniyê yê Koreya Bakur No Kwang hevdîtin kiriye.

Belousov di destpêka hevdîtinê de di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Koreya Bakur welatekî dost e û got, “Pêwendiya pêbawer a di navbera rêberên her du welatan de ji bo xurtkirina têkiliyên Rûsya û Koreya Bakur bi roleke sereke radibe. Pêwendiyên dualî yên di her warî de tevî hevkariya leşkerî jî bi pêş ve diçin.”

Belousov bal kişand ser wê yekê ku di meha hezîranê de di navbera Rûsya û Koreya Bakur de peymaneke hevpar a stratejîk a berfireh hatiye îmzekirin û wiha got: “Ev peyman li bakurê rojhilatê Asyayê bi roleke îstîqrarê radibe, bi awayekî erênî beşdarî berevaniya hevsengiya hêzê li herêmê dike û xetereya şerekî nû yê li Nîvgirava Koreyê yê kêm dike. Peymana navborî bingeha sîstema ewlekariya nû ya Avrasyayê ye.”

Belousov diyar kiriye ku ew alîgir e ku di navbera her du welatan de peymanên bilind bên danîn.

Wezîrê Parastinê yê Koreya Bakur No Kwang jî diyar kiriye ku ew girîngiyê didin têkiliyên bi Rûsyayê re û dixwazin van têkiliyan timî xurt bikin û wiha got, “Hevkariya di navbera wezaretên berevaniyê yên her du welatan de bi pêş dikeve.”