DYA: Koreya Bakur mûsekên balîstîk dane Rûsyayê

05 January 2024 15:33 0 dîtin
DYA: Koreya Bakur mûsekên balîstîk dane Rûsyayê

Peyama Kurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) angaşt ku Koreya Bakur di demeke nêz de mûşekên balîstîk û maşînên avêtina wan mûşekan dane Rûsyayê.

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Desteya Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê John Kirby ji di daxuyanîya rûtîn a çapemenîyê de got: "Koreya Bakur di demeke nêz de mûşekên balîstîk û maşînên avêtina wan mûşekan dane Rûsyayê."

Kirby diyar kir ku ev agahî bi wek zanyarîyeke sîxurî ya nû hatiye ber destê wan û ew ê li ser vê mijarê bi Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re danûstandinê bikin.

Kirby pêwendiyên Koreya Bakur û Rûsyayê gring nirxand û destnîşan kir ku bi taybetî pêwendîyên van herdû welatan ên di derbarê danûstandina çekan de, ji bo DYAyê şayanî fikaran e.

Kirby got: "Wê DYA ji bo wan kesên ku ew peymanên çekan hêsan kirine biryarên toleyî yên nû ragihîne."

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Desteya Ewlehiya Neteweyî yê DYAyê John Kirby dîyar kir ku rejima Îranê mûşek nedane Rûsyayê, lê belê Washington di wê baweriyê de ye ku Rûsyayê xwestîye ku ji rejîma Îranê sîstemên mûşekan bikire.

Kirby got: "Wê DYA ji bo wan kesan ku ew peymanên çekan hêsan kirine biryarên toleyî yên nû ragihîne."

Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Desteya Ewlehiya Neteweyî ya DYAyê John Kirby dîyar kir ku rejîma Îranê mûşek nedane Rûsyayê, lê belê Washington di wê baweriyê de ye ku Rûsyayê xwestîye ku ji rejîma Îranê sîstemên mûşekan bikire.