Koreya Bakur ceribandina moseka balîstîk ya hîpersonîk pistrast kir
PeyamaKurd – Koreya Bakur ragihand ku wê moşeka balîstîk a nû ya bi menzîla navîn a Hîpersonîk a ku çêkirî bi serkeftî ceriband.
Serokê welat Kim Jong Un diyar kir ku li ser asta cîhanê nayê îhmalkirina performansa moşekê û got, "Em dikarin derbeke giran a leşkerî li dijminê xwe bixin û bi bandor li hemû cureyên pergalên parastinê bixin." Ceribandina moşekê weke tirsandina li dijî Donald Trump û hikûmeta wî hat şîrovekirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberiya Koreya Bakur ve hat dayîn de hat ragihandin ku moşeka balîstîk a nû ya menzîla navîn a Hîpersonîk a ku di çarçoveya Plana Pêşxistina Parastina Neteweyî de hatiye çêkirin, ku armanca wê zêdekirina domdarî û bibandorbûna astengkirina stratejîk e, bi serkeftî hat ceribandin.
Hat diyarkirin ku rêberê welêt Kim Jong-Un bi weşana zindî ceribandinê dişopîne, hat ragihandin ku moşeka ku hatiye avêtin 12 qat leza dengê ye û bi qasî hezar û 500 kîlometreyî firiyaye.
"Pir hindik welatên ku xwedî vê yekê ne."
Kim kêfxweşiya xwe bi serkeftina ceribandina çekan diyar kir û got, "Ev ceribandina moşekê bê guman îsbat dike ku em bi berdewamî teknolojiyên çekan ên hêzdar ên wekî moşekên balîstîk ên hîpersonîk pêşve dixin wekî bersivdana gefên ewlehiyê yên hêzên dijmin."
Kim got, "Li dinyayê pir hindik welatên ku xwedî sîstemeke çekan a wiha ne" û wiha dewam kir, "Armanca sereke ya pêşxistina moşekeke nû ya hîpersonîk ew e ku bi hêzkirina berteka şerê nukleerî ya welêt û peydakirina rêgiriya stratejîk dewam bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin