Koreya Bakur bi ceribandina moseka balîstîk dest bi sala 2023yan kir

01 January 2023 10:55 0 dîtin
Koreya Bakur bi ceribandina moseka balîstîk dest bi sala 2023yan kir

PeyamaKurd - Koreya Bakur, ya rêveberiya Pyongyangê bi ceribandina moşekeke balîstîk a mesafeya kurt dest bi sala 2023yan kir.

Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a Koreya Başûr, desthilatdarên Koreya Bakur moşekeke balîstîk a mesafeya kurt ber bi deryaya Japonê de avêtin.

Hat diyarkirin ku ev cara duyem e ku Pyongyang moşeka balîstîk diceribîne ku dibe sedema aloziya li nîvgirava Koreya Başûr.

Herî dawî dawiya meha Kanûna 2022yan, Koreya Bakur moşekeke balîstîk a mesafeya dûr a hilgira atomî ceribanibû ku Neteweyên Yekbûyî ceribandina wê cûre moşekê qedexe kiriye.