Koreya Bakur dîsa mûsekên balîstîk frand

01 July 2024 13:56 0 dîtin
Koreya Bakur dîsa mûsekên balîstîk frand

PeyamaKurd - Ajansa Yonhap a Koreya Başûr îro ragihand ku Koreya Bakur dîsa mûşekek balîstîkî ceribandiye. Ajansê da zanîn ku di ceribandinê de mûşek ber bi rojhilat ve hatiye frandin.

Ajansê da zanîn ku artêşa Koreya Başûr ceribandina mûşekê ya Koreya Bakur analîz dike.

Koreya Bakur gefa bersivdana mezin xwar

Ji aliyê din ve Koreya Bakur îro, rahênana leşkerî ya hevbeş a Koreya Başûr, Japonya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku çend roj berê hatibû lidarxistin bi tundî rexne kir û gefa "bersiveke mezin" li hember vê rahênanê xwar.

Koreya Bakur hefteya borî ragihandibû ku wê ceribandina mûşekên mezintir pêk anîye ku armanca wê pêşxistina mûşekan e. Koreya Bakur angaştibû ku ev mûşekên mezintir, dikarin gelek serikên şer hilgirin, lê belê Koreya Başûr vê angaştê red kir û ew wek hewldan "dezenformasyonê" ya ji ber veşartina avêtina têkçûyî bi nav kir.