Koreya Bakur peymana ku bi Rûsyayê re hatiye îmzekirin erê dike

12 November 2024 12:00 0 dîtin
Koreya Bakur peymana ku bi Rûsyayê re hatiye îmzekirin erê dike

PeyamaKurd – Koreya Bakur "Peymana Hevkariya Stratejîk a Berfereh ya di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê" ya ku bi Rûsyayê re hatibû îmzekirin erê kir. Tê çaverêkirin ku peyman ji roja pevguhertina dualî ya belgeyên pejirandî ve bikeve meriyetê û bêdawî be.

Li gorî radyoya Dengê Koreyê, 'Peymana Hevkariya Stratejîk a Berfereh a navbera Koreya Bakur û Rûsyayê' ku di 19ê Hezîrana 2024an de li Pyongyangê hatibû îmzekirin, bi biryarnameya Serokkomarê Koreya Bakur hat qebûlkirin. Hat diyarkirin ku biryarname di 11ê Mijdarê de hatiye îmzekirin.

Qanûna erêkirina vê peymana di navbera Rûsya û Koreya Bakur de di 9ê Cotmehê de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatibû îmzekirin. Rêberên her du welatan 19ê Hezîranê di serdana Pûtîn a Pyongyangê de ev belge îmze kiribûn.

Tê çaverêkirin ku ev peymana nû şûna peymana dostaniya Rûsya û Koreya Bakur, cîrantiya baş û hevkariyê ya 9ê Sibata 2000an bigire. Herwiha tê çaverêkirin ku rêkeftin ji roja pevguhertina dualî ya belgeyên pesendkirinê ve bikeve warê cîbicîkirinê û bêdem be.