Kîev: Koreya Bakur hevkara Rûsya ya komkujiya Ûkrayniyan e

20 June 2024 19:12 0 dîtin
Kîev: Koreya Bakur hevkara Rûsya ya komkujiya Ûkrayniyan e

PeyamaKurd - Ukraynayê piştî serdana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a Pyongyangê bang li civaka navdewletî ku ji bo herdu welatan tedbîrên tundtir bistînin. Herwiha Ukraynayê Koreya Bakur bi dayîna alîkariya leşkerî bo Rûsyayê tawanbar kir.

Şêwirmendê Serokê Ukraynayê Mykhailo Podolyak daye xuyakirin, “Koreya Bakur bi awayekî çalak di warê leşkerî de bi Rûsyayê re hevkariyê dike. Bi qestî çavkaniyan ji bo komkujiya Ukrayniyan peyda dike.”

Podolyak, Pyongyang tawanbar kir ku hejmarek mezin a moşekên qalibê mezin dide Moskowê û got: “Ev yek bandorê li tevahiya pêvajoya şer dike û hejmara kuştiyên sivîl bi awayekî berçav zêde dike.”

Podolyak gazin kir ku zextên li dijî Rûsya û Koreya Bakur bêbandor in û banga îzolasyoneke rasteqîn bo herdu welatan kir.

 Podolyak got: “Eşkere ye ku tedbîrên sînordar ên ku ji bo Rûsya û Koreya Bakur têne sepandin têrê nakin.”