Wezîrê Sûrî bo civîna çaralî ya ligel Tirkiyeyê: Armanca me ya sereke…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ku beşdarî civîna çaralî ya asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê bû, armanca sereke ya welatê xwe eşkere kir.
Mîqdad got ku sînorekî dirêj, armanc û berjewendiyên hevbeş di navbera Sûriye û Tirkiyê de hene û derfet heye ku her du welat bi hev re ji bo bidestxistina armanc û berjewendiyên her du gelan kar bikin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di civîna çaralî de destnîşan kir ku ‘hemû rêxistinên terorîst ji bo Sûriyê û welatên din jî metirsî ne’ û got:
“Armanca sereke ji bo me, bidawîkirina hebûna leşkerî ya neqanûnî li ser xaka Sûriyê ye, helbet jî hêzên Tirkiyê jî di nav de ye. Bêyî pêşketina di vê mijarê de, em ê li cihê xwe bimînin û negihin encamên rast.”
Miqdad diyar kir ku welatî wî amade ye bi awayekî vekirî û avaker tevlî proseya asayîkirina pêwendiyan bibe, lê divê ev li ser bingeha rêzgirtina dualî ya serwerî, serxwebûn, yekparçeyiya axê û bêyî destêwerdanan di karûbarên navxweyî de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin