Dîroka civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê hat diyarkirin
PeyamaKurd – Duyemîn civîna teknîkî ya di navbera wezaretên karên derve yên Pêvajoya Çaralî ya di navbera Tirkiye, Îran, Federasyona Rûsya û Sûriyeyê de, wê li Astanayê bê lidarxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat gotin, "20emîn civînên bilind ên Sûriyeyê yên di formata Astanayê de wê di 20-21ê Hezîrana 2023an de li Astanayê bên lidarxistin."
Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:
"Duyemîn civîna teknîkî ya di navbera wezaretên karên derve yên Pêvajoya Çaralî ya di navbera Tirkiye, Îran, Federasyona Rûsya û Sûriyeyê de jî wê li Astanayê bê lidarxistin. Welatê me wê bi heyeteke nav saziyan a bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Balyoz Burak Akçapar beşdarî van hevdîtinan bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin