Dîroka civîna DEM Partî û CHPê diyar bû
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku wê şandeya DEM Partiyê di çarçoveya hevdîtinên “pêvajoya çareseriyê” de, di 10ê Adarê de bi Serokê CHPê Ozgur Ozel re bicive.
DEM Partî doh bi beşdarbûna hevserokên giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari û parlamenter û hevserokên şaredariyan li Enqereyê civînekê pêk anîbû û hatibû diyarkirin ku mijara sereke ya vê civînê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Serokê PKKê Abdullah Ocalan bûye.
DEM Partiyê di civînê de biryar sitandibû ku bi partiyên siyasî re di derbarê mijarê de civînan pêk bîne.
Hate ragihandin ku di vê çarçoveyê de, wê civîna yekem di 10ê Adarê, demjimêr 13:00an bi serokê CHPê Ozgur Ozel re be.
Dîroka hevdîtinên DEM Partiyê yên li gel partiyên din heta niha nehatiye aşkerekirin.
DEM Partî wê di van civînan de di derbarê “pêvajoya çareseriyê” de agahiyan bide partiyan û daxwaza piştgiriyê bike.
Ji aliyê din ve CHPê doh serî li Parlamentoya Tirkiyeyê dabû û ji bo çavdêriya pêvajoyê daxwaza avakirina komîsyoneke lêkolînê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin