Dîroka nû ya civîna asayîkirina têkiliyên Enqere û Samê diyar bû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên hikûmetên Enqere û Şamê de, wezîrên çar welatên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê li paytexta Rûsya Moskowê dicivin.
Ajansa rûsî Sputnikê ragihandiye, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emir Ebdullahiyan di dema serdana Moskowê de ragihandiye, civîna Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê ya derbarê krîza Sûriyê û asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de, 3 û 4ê Nîsanê li Moskowê tê lidarxistin.
Biryar bû civîna asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê 15-16ê Adarê di asta cîgirên wezîrên derve de pêk bihata, lê ew civîn hatibû paşxistin.
Rayedarên Sûriyê ve li ser paşxistina civînê ragihandibûn ku beriya wê civînê divê hêzên dagirker ên Tirkiyê ji axa rojavayê bakurê Sûriyê bi temamî vekişin û ev ax bo Artêşa Ereb a Sûriyeyî bê radestkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin