Endamtiya Swêdê ya NATOyê: Dîroka civîna bilind diyar bû!

29 June 2023 10:29 0 dîtin
Endamtiya Swêdê ya NATOyê: Dîroka civîna bilind diyar bû!

PeyamaKurd Hat diyarkirin ku civîna bilind a endamtiya Swêdê ya NATOyê ya ku wê wezîrên karên derve yên Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê beşdar bibin di 6ê Tîrmehê de li Brukselê bê lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Estonyayê Kaja Kallas re li baregeha NATOyê ya li Brukselê di civîna çapemeniyê ya hevpar da axivî.

Stoltenberg bi bîr xist ku Fînlandiya wek endam wê cara ewil beşdarî lûtkeya NATOyê bibe û diyar kir ku ew ji bo temamkirina pêvajoya endamtiya Swêdê heta Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 11-12ê Tîrmehê de li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê bê lidarxistin dixebitin.

Civîn hefteya bê Pêncşemê ye

Stoltenberg bi bîr xist, ji bo vê yekê serê vê hefteyê li baregeha NATOyê ya li Brukselê di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de pêşnîyara hevdîtina bilind a di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandiyayê de ji bo vê mebestê hat kirin, Stoltenberg got, civîna ku heta niha dîroka wê nehate eşkerekirin, wê di " Pêncşemê hefteya pêş" de were çêkirin.