Rûnistina dengdana endamtiya Swêdê ya NATOyê hate taloq kirin

29 June 2023 17:52 0 dîtin
Rûnistina dengdana endamtiya Swêdê ya NATOyê hate taloq kirin

PeyamaKurd – Welatê Macaristanê ku ligel Tirkiyeyê duyem endamê NATO ye ku hê jî endamtiya Swêdê nepejirandina, dengdana li parlamentoyê ji bo demsala payîzê taloq kir.

Parlamentarê Hevpeymaniya Demokratîk a opozîsyona Macaristanê Agnes Vadai, li ser medya civakî ragihand ku di demeke nêzîk de nayê pêşbînîkirin ku parlamentoya Macaristanê ji bo dengdana pejirandina endamtiya Swêdê ya NATOyê bicive.

Vadai û parlamenterekî din ê hevpeymaniyê eşkere kirin ku rûniştina dengdana bo endamtiya Swêdê ji bo werzê payîzê hatiye paşxistin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku dê ji bo mijara endamtiya NATO ya Swêdê dê 6ê Tîrmehê lûtkeyek li Brukselê bê lidarxistin ku wezîrên derve yên Swêd, Tirkiye û Fînlandê jî beşdar dibin.