Di meclisa Macaristanê de dengdana endamtiya Îsveçê ya NATOyê nehat kirin
PeyamaKurd – Partiyên muxalefetê yên Macaristanê daxwaz kirin ku li ser endamtiya NATOyê ya Îsveçê bicivin lê ji ber partiyên desthilat Fidesz û KDNP civînê protesto kirin, civîn nehat kirin. Li ser daxwaza partiyên muxalefetê serokê meclisê Laszlo Köver civîna taybet ya ji bo endamtiya Îsveçê civînê tesdîq kiribû.
Kesên tevlî civîna meclisê bûn, dengên wan negiha jimara têra civînê û civîn betal bû. Meclis di bingeha xwe de di tatîla zivistanê de ye.
Serokê grûba meclisê yê Partiya Fideszê Mate Kocsis, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew dikarin dengdanê di 26ê Sibatê de bikin ji ber xebata meclisê wê wextê destpêdike. Kocsis got:
“Eger endamtiya NATOyê ji bo Îsveçê girîng be, çawa diçûn Tirkiyê divê wisa jî werin vê derê.”
Wezîrê karên derve û hem yê bazirganiyê yê Macaristanê Peter Szijjarto jî li ser mijarê ragihand ku bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Estonyayê bi Margus Tsahkna re axifiye û rewşê jê re gotiye. Szijjarto got:
“Li ser dawetkirina serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson ku me wî dawetî Macaristanê kiriye, min agahiyê da rêdzar wezîr. Hêvî dikim ku dawetê qebûl bike û were. Bi hatina xwe wê îsbat bike ku endamtiya NATOyê ji bo wî girîng e.
Di civîna meclisa Macaristanê de balyozê Amerîkayê yê Budapeşteyê David Pressman, balyozên Slovakya, Polonya, Danimarka û Norveç amade bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin