Meclisa Macaristanê endamtiya Îsveçê ya NATOyê qebûl kir
PeyamaKurd – Meclisa parlementeran ya Macaristanê ji bo Îsveç bibe endamê NATOyê, mijarê xist ber dengdanê û di encamê de biryara endamtiya Îsveçê ya NATOyê bi 188 dengan qebûl kir. 6 parlementer jî dengên red dan. Tirkiye û Macaristan demekî dirêj nehiştin Îsveç bibe endamê NATOyê û herî dawiyê piştî Tirkiyê Macaristanê jî endamtiya Îsveçê qebûl nedikir.
Piştî erêkirina meclisa Macaristanê, sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku qebûlkirina Macaristanê ya endamtiya Îsveçê ya NATOyê bi rizamendî pêşwazî kirine û got ku endamtiya Îsveçê wê wan hemûyan bêhtir bixe nav ewlehiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin