Swêd: Em ê bi Macaristanê re danûstandina endamtiya NATOyê nekin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson got ku wê welatê wî bi Macaristanê re li ser endametiya NATOyê danûstandinan neke. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li bendê ye ku parlamentoya Macaristanê di dawiya meha Sibatê de endamtiya Swêdê pesend bike.
Zextên li ser Macaristana ku tekane welatê ku endamtiya Swêdê ya NATOyê napejirîne, her ku diçe zêde dibin.
Kristersson ê ku ji aliyê Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ve ji bo li ser vê mijarê biaxive vexwendibû Budapestê got, "Ez kêfxweş im ku diçim Budapeştê. Gelek tişt hene ku em li ser biaxivin. Lê em ê li ser endametiya NATO'yê gotûbêjan nekin. Li ser vê mijarê gotûbêj tune."
Kristerrson ji televîzyona Swêdî TV4 re axivî û got, "Lê em dikarin biaxivin ka em çawa dikarin di NATOyê de çêtir hevkariyê bikin."
Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billström jî bertek nîşanî vexwendina Viktor Orban da û diyar kir ku Macarîstan jî weke hemû welatên din, di civîna bilind a NATO'yê ya 2022an de piştgirî da vexwendina fermî ya Swêdê ya tevlîbûna NATOyê û got, "Ji ber vê yekê ez ti sedem nabînim ku îro gotûbêj bêne kirin." Kristersson ku duh vexwendina Orban qebûl kir, di nameya ku ji hevtayê xwe yê Macar re şandibû de pêşniyaz kir ku beriya serdana xwe ya Bûdapestê hefteya bê li Bruksela paytexta Belçîkayê civînekê pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin