Grûba PDKê endamtiya meclisa bajarê Mûsilê da rawestandin
PeyamaKurd – Serokê grûba PDKê (Partiya Demokrata Kurdistanê) ya meclisa bajarê Mûsilê Ahmed Şêx Kenan Kîkî ragihand ku bi sedema kiryarên neqanûnî ku ji aliyê meclisa Mûsilê de tên binpêkirin, biryarê dane ku endamtiya meclisa Mûsilê ya grûba xwe rawestînin.
Kîkî ragihandina xwe ji bo K24ê kiriye û gotiye:
“Me endamtiya xwe ya meclisa Mûsilê da rawestandin. Sedem jî di meclisa Mûsilê de îro bi sedema meclis li gor qanûnan nameşe, qanûn û bi taybetî ya destûrê xala 140an ku taybetmendiya wê heye, meclis sehayan îhlal dike û lewra me biryarê da.”
Endamê meclisa Mûsilê yê grûba PDKê Ahmed Nazim Dubardani jî ji bo K24ê ragihandiye ku celsa meclisê ya îro di derveyê qanûnan de ye û li dijî nameya sekreterya Konseya wezîran ya Iraqê ye û celsa meclisê protesto kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin