Endamên meclisa Kerkûkê yên PDKê û YNKê bi serokwezîrê Iraqê re dicivin

02 August 2024 21:11 0 dîtin
Endamên meclisa Kerkûkê yên PDKê û YNKê bi serokwezîrê Iraqê re dicivin

PeyamaKurd - Endamên meclisa bajarê Kerkûkê yên PDKê û YNKê bi serokwezîrê Iraqê bi Muhammed Şiya es-Sûdanî re bicivin. Ragihandin ji aliyê endamê meclisa Kerkûkê yê YNKê Rebwar Taha de ji bo Rûdawê hatiye kirin.

Taha, ragihandiye ku dê endamên YNKî û yên Fraksiyona Babilon sibê li Bexdayê bi Sûdanî re bicivin. Li gor ragihandina Rûdawê ku binkeya nûçeya xwe dibe ser çavkaniyeka dinê, wê endamên meclisa Kerkûkê yên PDKê jî bi Sûdanî re bicivin.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, mijara her dû civînan jî destnîşankirina navê parêzgerê Kerkûkê ye. Hefteya borî jî serokwezîrê Iraqê Sûdanî bi endamên Turkmen û Ereb yên Kerkûkê re civiyan û Sûdanî got ku naxwaze ti pêkhate di derveyê rêvebiriya Kerkûkê de bimîne.

Civîna meclisa bajarê Kerklûkê wê roja Pêncşemê bibûya lê li ser daxwaza serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî paşde xistibûn.

Di meclisa Kerkûkê de 16 endam hene. 5 yên YNKê, 2 yên PDKê, yên Xîrîstiyanan yek, yên Ereban 6 û 2 jî yên Turkmenane.