Serokwezîr Sûdanî bi endamên meclisa Kerkûkê yên PDKê re hevdîtin kir

03 August 2024 19:42 0 dîtin
Serokwezîr Sûdanî bi endamên meclisa Kerkûkê yên PDKê re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani bi grûba PDKê yê endamên meclisa bajarê Kerkûkê re civiya û li ser avakirina rêvebiriya bajêr hevdîtin kir. Li ser civînê serokê grûba PDKê Hasan Mecîd ji bo K24ê weha ragihand:

“Her dû teref jî ji bo temamê pêkhateyan tevlî îdara bajêr bibin weka hev difikirin. Sûdanî gotiye ku divê hêj wextê qanûnî yê civînê neqediyaye, endamên meclisê bicivin.”

Sûdanî ragihandiye ji bo teref li hev bikin û rêvebiriya Kerkûkê ava bikin, ji 2 hefteyan kêmtir wextê wan heye.

Sûdani dê siba bi fraksiyona YNKê ya me clisa kerkûkê re hevdîtin bike.