Serokwezîr Barzanî bi endamên Meclisa Nûneran re civiya

19 February 2022 21:42 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi endamên Meclisa Nûneran re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pêre li konferansa ewlehiyê ya Munîha Almanyayê bi endamên Nûnerên Meclisa Amerîkayê bi Elissa Slotkin û Adam Schiff re civiyan. Kurd hevdîtinên xwe yên dîplomatîk bi awayekî xwurt li Munîhê di konferansa 58 em de dewam dikin. Hevdîtin di roja duyem ya konferansê de çêbû.

Di civîna her dû terefan de, li ser rewşa Iraqê ya siyasî û li ser têkiliyên navbera Amerîkayê û Herêma Kurdistanê rawestiyan. Serokwezîr Barzanî li ser mijara biryara dadgeha federal ya Iraqê ku di derbarê xaz û petrola Herêma Kurdistanê de dabû, ragihand ku biryar ne ya qebûlkirinê ye û Herêma Kurdistanê wê bi her awayî mafê Herêma Kurdistanê yên qanûnî di çarçoveya destûrê de biparêze.