Endamên Kongra Amerîkayê bi Serokwezîr Barzanî re civiyan

04 November 2019 17:22 0 dîtin
Endamên Kongra Amerîkayê bi Serokwezîr Barzanî re civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi şanda mêvan a Kongra Amerîkayê re civiya.

Şanda Kongra Amerîkayê ya bi serokatiya Adam Smith ji endamên kongrê Mat Gaetz û Elissa Slotkin ên ji Partiya Komarî û 4 endamên Partiya Demokratan pêk tê.

Hat zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de, behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê û rewşa Iraq û herêmê dike.

Tê çaverêkirin şanda kongra Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê jî bike.