Serokwezîr Barzanî, ligel Koordînatorê Serokatiya Amerîkayê axivî

20 January 2023 16:38 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, ligel Koordînatorê Serokatiya Amerîkayê axivî

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rêya telefonê bi Koordînatorê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê yê Jêrxana Cîhanî û Asayîşa Enerjiyê re axivî.

Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî bi Koordînatorê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê yê Jêrxana Cîhanî û Asayîşa Enerjiyê Amos Hochstein re axiviye û qala serdana xwe ya herî dawî ya Bexdayê ya di roja 11ê Çileyê de û civîna ligel Serokwezîrê Federal û amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dubare kiriye.

Hat diyarkirin ku bi taybetî hewilên amadekariya yasaya petrol û gazê ya federal li gorî destûra Iraqê hatiye guftûgokirin.

Her wiha hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî tekez kiriye ku heta dema ku yasaya petrol û gazê ya federal derbiçe, hikûmeta Herêmê hevahengiya ligel Bexdayê dike ji bo berdewambûna berhemanîn û pêşvebirina sektora xwe ya enerjiyê.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Koordînatorê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê kurteyek di derbarê serdana van çend rojên dawî yên bo Bexda û Hewlêrê pêşkêş kiriye, herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya nehiştina astengiyan li ber pêşvebirin û pêşxistina sektora enerjiyê.

Hat gotin ku mijareke din a pêwendiyê jî ew e ku pêşvebirina pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û herdu alî li ser girîngiya pêşvebirina warên bazirganî û veberhênan û enerjiyê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê hevnêrîn bûn.