Parîs: Serokwezîr Barzanî, ligel kompaniyên Fransî civiya
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Fransayê Parîsê, pêwendiyên xwe berdewam dike û hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî, bi nûnerên kompaniyên ku di warên cuda de kar dikin re civiyaye.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku piştî hevdîtinên xwe yên roja borî yên li Îmaratê kirin, çû Parîsa paytexta Fransayê û hevdîtinên xwe yên di warê siyasî û aboriyê de berdewam dike.
Hat ragihandin ku civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda hikûmetê, ligel nûnerên kompaniyên Fransî yên ku di warên cuda cuda yên wekî banka, enerjî, çandinî û pîşesazî de kar dikin dest pê kir.
Hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî dê ji nûnerên kompanyayên Fransa re behsa derfetên sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh jî li Koşka Elyseeyê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re civiyabû di hevdîtinê de bipêşxistina pêwendiyên dîrokî û dostane yên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û pêşhatên Iraq û navçeyê hatibûn gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin