'Planên taybet ên Serokwezîr Barzanî bo karkirina ligel kompaniyên Îmaratê hene'

06 April 2021 19:41 0 dîtin
'Planên taybet ên Serokwezîr Barzanî bo karkirina ligel kompaniyên Îmaratê hene'

PeyamaKurd - Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand ku pêwendiyên wan ên rasterast bi welatê Îmaratê hene û ji bo xebata ligel kompaniyên Îmaratî, planên taybet ên Serokwezîr hene.

Mihemed Şukrî li ser projeyên welatê Îmaratê yên li Herêma Kurdistanê ji medya Kurdistanê re eşkere kir ku planên taybet ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hene ji bo mamelekirina bi kompaniyên Îmaratî re, bi taybetî jî di hin warên taybet de.

Serokê Desteya Veberhênanê destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên rasterast bi welatê Îmaratê re hene û got, li ser vê mijarê doh 5ê Nîsanê bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Îmaratê re gotûbêjên hebûn.