Serokwezîr Barzanî, Nûnera Taybet a NYê ya Iraqê qebûl kir

24 November 2022 18:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, Nûnera Taybet a NYê ya Iraqê qebûl kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda ligel wê pêşwazî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser siyaseta giştî û herêmî guftûgo hatine kirin.

Li gorî agahiyên li ser hevdîtinê hatin ragihandin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Jeanine Hennis-Plasschaert, tekezîli ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Hat diyarkirin ku di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên dawî yên li navçeyê û girîngiya çareserkirina bingehîn a kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û li ser binemaya destûr û karnameya wezarî ya hikûmeta nû, guftûgo hatine kirin.

Di agahiyan de hat eşkerekirin ku li ser rewşa ewlehiya herêmê jî nirxandin hatine kirin û aliyan tekezî li ser rêzgirtin û parastina serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha li sînordarkirina bombebaran û êrişên li ser Herêma Kurdistanê kirine.