Nêçîrvan Barzanî ligel nûnera taybet a NYyê li Iraqê civiya

16 March 2020 14:59 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ligel nûnera taybet a NYyê li Iraqê civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiyan.

Di civînê de dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên destnîşankirina namzedekî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta federal a Iraqê hatin guftûgokirin.

Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya aramiya siyasî û pêkanîna hikûmetê kirin, ku bersiva daxwazên rewa yên xelkê û parastina mafên destûrî yên gel û pêkhateyên welêt bide û di vê derbarê de jî, behsa rola erênî û hevkar a Netewên Yekgirtî (NY) hate kirin.

Rewşa ewlehiyê, metirsiyên serîhildana terorê û rûbirûbûna wê, girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi taybet li navçeyên Kurdistanî bo rûbirûbûna terorê, rewşa darayî ya Iraqê, rêkarên berevaniyê li hember belavbûna vîrusa koron (Covid-19) û pabendbûna bi rênimayên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û aliyên pêwendîdar ên tenduristiyê, çend terwerên din ên civînê bûn.