Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 14ê Sibatê pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Plasschaert kir.
Piştî civînê hat ragihandin, Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, xanima Jeanine Plasschaert tekez li wê yekê dike ku Serok Nêçîrvan Barzanî dikarê û çavê wan lê ye amadeyî û roleke ber bi çavtir li serkeftina guftûgoya Hewlêr – Bexda ya ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya Iraqê ya ji bo sala 2021 de, her wiha li tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistaniyan da hebê.
Di civînê de kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina wan û hewlên ji bo cêgîrkirina beşa Herêma Kurdistanê li yasaya budceya 2021 ê Iraqê da hate guftûgokirin û her du alî tekez li ser çareserkirina wan ya li ser bingeha destûra Iraqê kir, her wiha rewşa siyasî û emnî û aboriya welat, pejika kovîd-19, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa koçber û penaberan, metirsiya serhildana terorê û kirdarên Da’îş û rewşa navçeyên wan bi giştî xistin ber behs û guftûgoyan

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin