Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera Taybet a NY re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya.
Piştî civîna ku doh Şêmiyê êvarê hatiye encamdan, hat ragihandin kurewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û emnî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên Da’îşê hatin guftûgo kirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêşkêşkirina beşek ji bername û armanca serdana xwe ya Bexdayê, tekez li ser girîngiya rola yarmetîdera tîma Neteweyên Yekbûyî li Iraqê kir ku li navbera hemû hêz û aliyan da li guftûgoyê daye û dixwazê li çarçêweya erkê xwe ya li Iraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hevkariyê bike.
Plasschaert xweşhaliya xwe bi berdewamiya guftûgoya Hewlêr – Bexda derbirî û hêvî xwest Herêma Kurdistan û Iraq bi guftûgo û li ser bingeha destûrê bigihin çareserkirina kêşeyan û hemû aliyên Iraqî ji bo derbaskirina rewşê û bi navê aramiyê da pêkve hevkar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin