Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Ji bo aramiya Iraqê, divê kêseyên Hewlêr–Bexdayê bên çareserkirin

18 November 2020 19:25 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Nûnera NY re civiya: Ji bo aramiya Iraqê, divê kêseyên Hewlêr–Bexdayê bên çareserkirin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan îro Çarşemê bi Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de, bal kişand ser girîngiya rola Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ya bo hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan û diyar kir, ji bo aramiya Iraqê, divê kêşeyên Hewlêr – Bexda bêne çareserkirin.

Serokotiya Herêma Kurdistanê ragihand, di destpêka civînê de xanima Jeanine Plasschaer ji bo koça dawî ya xwedê jê razî Dr. Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê, serxweşî li Serok Nêçîrvan Barzanî û malbata xwedê jê razî kir û hevsozî û hevxemiya xwe li gel wan derbirî. Paşê rewşa Iraqê bi giştî, rewşa koçber û penaberên li wargehên Herêma Kurdistanê, rêkeftina dawî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya di derbarê Şingalê, hilbijartina pêşwext ya nû paşerojê ya Iraqê û pêşhatên dawî yên belavbûna virusa Korona û pejika Kovid-19 guftûgo kirin.

Li ser rêkeftina her du Hikûmetên Herêmê û Federalî yê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ve hatiye piştgîrî kirin, her du alî hevrê bûn ku rêkeftineke girînge û hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdar divê ji bo ku bikevê warê bi cîhkirinê, herwiha tekezî li ser pêwîstiya Iraqê bi aramiyê kirin.

Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku Herêma Kurdistanê bi rêz û pêzanînê ve rola girîng a Neteweyên Yekgirtî li Iraqê dinêre û pesnê karê wan yê mirovî yên li Şingalê da.

Di derbarê wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê jî, Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê piştgîriyê li vegerandina xwe bi xwe xwestina koçberên Iraqê ji bo bajar û navçeyên wan dikin û zelal kir ku birêvebirina wargehan û dabînkirina xizmetguzariyên wan wekî perwerde û tendirustî û av û kareba û xizmetguzariyên giştiyên din, têçûneke zêde li ser Herêma Kurdistanê dikevin, her du alî jî hevrê bûn ku divê bingeheke rast li rûyê dabînkirina aramî û asayîş û xizmetguzariyên wan yên ji bo vegerandina xwestina wan bêkirin.

Di civînê de, rewşa siyasî û emniya Iraqê, peywendiyên Hewlêr – Bexda, rûbirûbûna terorê û çend pirsên din ên têkildarî herdu aliyan jî hatin behskirin.